E’yda Xidir Nebî û Xidir Eylas…

E’yda Xidir Nebî û Xidir Eylas ev e’ydeke r’uhanîyêye, ku di kûraya qur’nada te , çawa di  nav gelek miletên Mêzopotamîyayê da , usa jî nav êzdîyada ev e’yd tê pîroz kirinê.

Nava dîn û dîyaneta êzdîyada  Xidir Nebî û  Xidir Eylaz carne bi yek nav tê gotinê Xidir Eylaz, ev du shexsên buhurtîne, siyarên  hespên boz, yek tê h’esabê xudanê evîn û h’izkirinê, ya duda jî xudanê  r’ewîyê r’îya li ser behra. Nav dîrokêda carna tê gotinê, ku ewana du birana, carna tê gotinê ewana  bav û kur’in, carna jî ew  herdu wek şexsekî dibînin.Di nav  qewil û beytên êzdîyada wek  “Aşiqê xerîbê û  şêx Senem , di qewilê “Dewrêşê Adem” û usa ji de gelek qewil û beyt’ada  Xidir Nebî û Xidir Eylas tê bîranîn.

Nava dîrokêda serhatîya Xidir Nebî û Xidir Eylas di dema Îskenderê Makêdonî  da (Alêxsandr Makêdonskî) jîyan kirine.Îskendêrê mezinr’a dibêjin, ku mirina wî nêzîk bûye, jêr’a “ava jîyanê”  lazime, ku t’enê herdu bira Xidir Nebî û  Xiridr Eylaz dikarin vê “ava jîyanê”  destxin.Herdu bira dik’evine pey  şopa “ava jîyanê”, bi çetinayên mezinva vê av dest dixin, meşkêda dadigirin û tînin, r’êva gelek westîyayî bûne,meşka bi “ava jîyanê ”  dara zeyt’unêva darda dikin û bin darê dik’evine xeweke  şîrin.Teyrek tê bi nukulê xwe mekş qul dike, ava dirêje k’oka dara zeyt’ûnê (dibêjin  loma dara zeyt’ûnê sal dunzdeh mehe t’imê $îne).Gava ewana  h’i$yar dibin û dibînin, ku me$k qul bûye û av r’ijîyaye, binê meşkêda çi av mabû,herdu bira weduxun û bi hespên xweyî boz berbi e’zmana difir’in.

Vê e’ydêda serjêkirina h’eywana û neçîr  guneye (çimku herdu bira dertên nêçîrê) .Vê e’ydêda xwerinên ji de’n, savar têne çêkirinê wek girar, k’eledoş,serdiew,hirçik, qeysî, te’metîska we e’ydê çêkirina p’oxînêye/p’oxwîn – bê xwûn).

Xidir Nabî Xidir E’ylas  mirazbaxşin.

Ev e’yid nîveke maha sibatê tê pîrozkirinê, sê rojan rôjî têne girinê (sêşem, çarşem, pênşem),wan hersê r’ojan xêr/nanê mirîya/ tê derxistinê û r’oja înyê e’yid tê pîroz kirinê.Êvara pênşemê der-cînar, pismam diçine serxweşîyên wan malan, ku wê salêda h’ezinîne / merivên wan çûne ber r’ehma xwedê/.Lê bal êzdîyên $ingalê, T’ûrk’îya û Sûrîyayê duşem, sêşem, çarşemê r’ojê têne girtinê, roja pêncşmê E’yda Xidir Eylase,le r’oja înîyê E’yda Xidir Nebîye.

Bi nîgara hespê boz Xidir Nebî li dinyalikê diger’e, ser hespê boz difir’e û dema li ser e’rdê datîne, dikare bi hêsanî li deryava derbaz be,ji ber vê yekê êvara pênşemê tu êzdî derên qapîyên xwe danedin

Berî çend demsalan nava gundên êzdîyên Ermenîstanê da ev E’yid bi rê-rizmê kal-bava bi heytehol dihate pîrozkirinê:
– wan r’ojên e’zîz savûn û şe qedexeye bi k’ar bînî /wekî hespê Xirdinevî neşimite û çengir’ ber lingên hêspê dernekevin/.
– Dolîdan digerîye ( xortên cihal kincên jinan xwe dikirin, mal-mal digerîyan û şîrnayî berev dikirin).
– Totika şor’ ji boy cihal-ciwanên yên nezewicî çê dikirin / êvara pênşemê nîvê totikê dixwerin, nîvî dikirne bin be’lgîyê xwe ,wê şevê xewnêda kê av bida wan , ew dibû yazî wî/wê/.
– Ar elek dikin û datînin ser stêr, ş’ebeqa înîyê dinhêr’in, gava dewsa simê hespê ser arê elekirî bihata kivşê, wekî usane wê êvarê Xidir Nebî bibû mêvanê wê malê.
– Ciwanên nezewicî hevt cûre te’m dikirine nava pe’rî nan û cîkî bilid datînin, gava ç’ivîk nuklê xwe lêxista k’îjan alîda bibira, yazî wan alî dik’et.
– Şirît gîrê didan û xwe dik’ilandin /me’na wê jî gunêh xwe dadişandin/.
– Ber derê xwe agir vêdixistin û serr’a banzdidan…
– R’oja înyê berbangê kîjan kevanî zû biçûya ser kanîyê av banîya, xêr- berekêta wê salê zêde dibû ji boy wê malê.
R’oja înyê r’oja e’yidêye.Wê r’ojê diçine malên hev , e’yida hev pîroz dikin. Bi def û zur’ne, kêf û şayî, govend û sitran e’yida xwe didine derbaz kirinê.
E’yada Xidir Nebî û Xidir Eylas li t’emamîya Êzdîdxanê bimbarek û pîrozbe.

Leave a Reply

Your email address will not be published.